Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qetlîamekî nû li dar xist: 50 jê zarok 84 şehîd

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li bakurê Xezzeyê êrîşeke asîmanî li dar xist, di encamê de 50 jê zarok 84 Filistînî şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.11.2024 10:35:21 / Güncelleme: 02.11.2024 10:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji qetlîamên rejîma îşxalker ên li Filistînê re yekî nû jî hat lê zêdekirin.

Îşxalkeran, nêzê mehekî ye bakurê Xezzeyê kirîye bin dorpêçê, malên Şelayîl û El-Gandurê hatin bomberdûmankirin û di avahîyan de 170 sîvîl hebûn.

Hikumeta Filistînê ya li Xezzeyê di daxuyanîya niviskî ya ku belav kir de weha îfade kir, “Di du qetlîamên wehşî yên rejîma îşxalker de 50 jê zarok 84 kes şehîd bûn, bi dehan mirov jî di bin enkazê de winda bûn û birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de bal li ser “qirkirina ku rejîma îşxalker li Xezzeyê li dar xist” hat kişandin ku rejîma îşxalker avahîyên ku Filistînê xwe sipartibûn hedef digre.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bila hemû sîvîlên welatan vê qetlîamê şermezar bikin û ji vê êrîşê jî Emrîka, Îngilistan, Elmanya û Fransayê jî mesul girt. (ÎLKHA)