Li Sûdanê candayînên ji ber şoba kolerayê zêde dibe

Hat destnîşankirin ku li Sûdanê ji ber şoba kolerayê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 852 kesan.

Ekleme: 01.11.2024 10:45:20 / Güncelleme: 01.11.2024 10:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristî ya Sûdanê, daxuyand ku li welat hejmarê weqayên şoba kolerayê derketîye 29 hezar û 147 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê mirîyên ku ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane jî derketîye 852 kesan.

Rayedarên Sûdanê, di 12ê Tebaxê de kolerayê wek şobekî îlan kiribû.

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), di 1ê Cotmehê de diyar kiribû ku 3,4 milyon zarokên Sûdanî bi nexweşînê re rûbirû ne. (ÎLKHA)