Karwana Hêvîyê li Bandladeşê ji bi sedan xwendekarên medreseyê re Qurana Pîroz dîyarî kir

Rayedarên Karwana Hêvîyê ku ji bo fealîyetên alîkarîyê li Bangladeşê ne, ji bi sedan xwendekarên medreseyê re Qurana Pîroz hedîye kirin.

Ekleme: 01.11.2024 09:15:22 / Güncelleme: 01.11.2024 09:15:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîba Karwana Hêvîyê çend roj berê ji Stenbolê ji bona çend fealîyetan çûbûn Bangladeşê, Weqf li Bangladeşê ji bona ku malbatên feqîr îdara xwe bikin makîneya dirûtinê belav kir û doh jî ji xwendekarên medreseyê re Qurana Pîroz dîyarî kir.

Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin derheqê xebatê de agahî da û îfade kir ku ew bi şîara hedîsa Pêxemberê me ku dibêje ‘Qenctirê we ewin ku Quranê hîndibin û didin hînkirin’ ji xwendekarên medreseyê re Qurana Pîroz dîayrî kirin. (ÎLKHA)