Tûgayên Qessam, gelek wesayîtan îmhe kir, îşxalkeran jî kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam, li Xezzeyê li dijî artêşa îşxalê operasyonên serfirazî pêk tîne, wesayît û leşkerên wan bêtesîr dike.

Ekleme: 31.10.2024 16:50:21 / Güncelleme: 31.10.2024 16:50:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên Qessam, derheqê operasyonên ku kirin de agahîyan da.

Tûgayan, li ser qenala Telegramê weha gotin:

“Micahîdên me dema ku ji xetên herbê vedigerin van agahîyan dan men;

Li herêma Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê keştîya barhilgir a hêzên sîyonîst bi bombeya "Şawaz" hat teqandin. Tangeke sîyonîst "Merkawa 3" bi bombeya "Şawaz" hat hedefgirtin. (Sîyonîst) Hema ekîbên lênêrînê hatin di encama hedefgirtina amûra dijîpersonelan da mirin û birîndar bûn.

Du buldozerên leşkerî yên D9 bi 2 mûşekên Tandem û buldozera sêyem a sîyonîstên D9 li kolana El-Terans li kampa Cebelîya ya li bakurê Xezzeyê bi mûşekên Yasîn 105 hatin hedefgirtin.

Mucahîdên me gotin ku wan karîn yek ji wan du tankên “Merkawa” yên sîyonîst bi bombeyeke teqemenî ya bilind li nêzîkî hêlîna “El-Razan” û ya din jî bi bermîleke bombekirî li nêzîkî girêka “El-Sikafî” îmha bikin; Hat ragihandin ku wan li herêma Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê bi roketa Yasîn 105 tanka sêyemîn a "Merkawa" hedef girtin.” (ÎLKHA)