Li Kongoyê helîkopter ket xwarê: 3 mirî

Li Kînşasaya paytexta Komarîya Kongo ya Demokratîk, helîkopterekî leşkerî ket xwarê, di encamê de hemû mirettebat mirin.

Ekleme: 31.10.2024 11:05:22 / Güncelleme: 31.10.2024 11:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya mehellî, helîkopterekî aîdê Hêzên Çekdar ê Komarîya Demokratîk a Kongoyê, di seat 11.00an de li Balafirgeha Ndoloya ku balafirgeha duyemîn a Kîşasayê ye ket xwarê.

Hat destnîşankirin ku balafirvan, alîkarê balafirvan û teknîsyen tev de 3 kesên ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku balafirfan di nav helîkopterê de canê xwe ji dest daye, herdu yên dinê jî giran birîndar bûne û dema ku ji nexweşxaneyê re dihatin birin di rê de mirine.

Hat îfadekirin ku sedema ketina helîkopterê hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)