Di qetlîama Beyt Lahîya ya rejîma sîyonîst de hejmarê şehîdan derket 94 kesan

Artêşa îşxalê li Beyt Lahîyayê li dijî avahîyekî 5 qatî êrîşek pêk anîtibû, di encama bomberdûmanê de hejmarê şehîdan derket 94 kesan.

Ekleme: 30.10.2024 11:09:46 / Güncelleme: 30.10.2024 11:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê, doh ji avahîyekî  5 qatî ya aîdê malbata Ebû Nasr re êrîşek pêk anîtibû, hat îfadekirin ku di nav avahîyê de 150 mirov hebûn ku ew ji Filistînîyên ji cîhê xwe bûne ne.

Li gorî xebera ku ji çavkanîyên tenduristîyê agahî hatine bidestxistin, heta niha gelek zarok û pîrek herî kêm 94 kes şehîd bûne, bi dehan mirov jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bi dehan mirov jî di bin kavilan de ne, ji bo derxistina wan jî ekîban dixebitin. (ÎLKHA)