Li gorî xebera ku ji teref radyoya artêşa sîyonîstan ve hatîye belavkirin “Ji serê Cotmeha Reş vir ve ku di çarçoveya herbê û pevçûnan de 80 leşker û sîvîlên îsraîlî mirine.”
Di xeberê de hat îfadekirin ji yên ku hatine kuştin 64 hebên wan polês û leşker in, 16 hebên wan jî qaşo sîvîl in.
Hat îfadekirin ku ji wan jî 33 leşker û efserên wan li başûrê Libnanê, 19 hebên wan jî li Xezzeyê hatine kuştin.
Serokê partîya mixalefet a rejîma sîyonîst Yaîr Lapîd, di daxuyanîya ku doh belav kiribû de gotibû ku hejmarê mirîyan tê veşartin.
Lapîd, destnîşan kiribû ku nêzê 12 hezar leşkerên îşxalê li Xezze, Şerîaya Rojava û Libnanê an birîndar bûne an jî hatine kuştin.
Lapîd gotibû, “sînorekî heye, emê heta çiqas rastîyên alternatîf qebûl bikin. Ger ku ji van daneyan şibheyên we hebin hûn dikarin herin nexweşxaneyên Tel HaShomer, Ichilov, Rambamê.” (ÎLKHA)