Hîzbullah, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew ÎHAyekî ji tîpa Hermes 900 a aîdê rejîma îşxalker ji bejahîyê ve hedef girtine û lê xistine.
Tevger, daxuyand ku ÎHAya ku hat hedefgirtin îsabet girt û şewitî.
Hîzbullahê destnîşan kir ku ew vê operasyonê ji bo piştgirîya gelê Filistînê ya li Xezzeyê û berxwedana wan û ji bo parastina xelkê Libnanê kirine.
Hermes 900 ÎHAyekî ku 9 hezar metre ji bilindahîyê, di navbera 30-36 seatan de di hemû şert û mercên hewayê de dikare bifire ye.
Li gorî Hîzbullahê, ji 1ê Cotmehê vir ve 2 heb Hermes 900 û 3 heb Hermes 450 ÎHAyan xistine xwarê. (ÎLKHA)