Tevgera Cîhada Îslamî: Me Şêx Naîm Qasim bi sekina wî ya li cem doza Filistînê nas kir

Tevgera Cîhada Îslamî, bi minasebeta hilbijartina Şêx Naîm Qasim ji Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê re daxuyanîyeke niviskî belav kir û got, “Me wî, bi salan e wek navekî ku bi sekina wî ya li cem doza Filistînê nas kir.”

Ekleme: 29.10.2024 17:09:36 / Güncelleme: 29.10.2024 17:09:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tevgera Cîhada Îslamî, bi minasebeta serokatîya Şêx Naîm Qasim Hîzbullahê pîroz kir.

Di daxuyanîya ku ji tevgerê hat belavkirin de weha hat gotin:

“Em bi dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêber, karmend, alîgirên Hîzbullah û Şêx Neîm Qasim dikin ji ber bawerîya mezin ku wî bi wezîfedarîya Sekreterê Giştî yê Hizbullahê wergirt. Piştî şehadeta şehîd layiqê vê erkê hat dîtin. Serokê Şehîd Seyîd Hesen Nasrallah dema li ser rêya Qudsê li dijî sîyonîstan şer dikir.

Destnîşankirina Şêx Neîm Qasim wek Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di vê heyama hestiyar de, nîşana saxlemiya Berxwedana Îslamî li Lubnanê, desteserkirina dubare ya wê û şiyana bilind a rûbirûbûna dijmin û têkbirina êrişên wê ye.

Em şanaz in ku Şêx Naîm Qasim di vê heyama hesas de ku êrîşên siyonîstan li dijî birayên me yên li Lubnanê zêde dibin û li cepheyên berxwedanê dijwartir dibin, ev erka girîng bi cih anîye. Di van salan de me ew wek kesekî pir jêhatî nas kir ku giringiyê dide piştevaniya berxwedana Filistînê û di her warî de li kêleka doza Filistînê ye. Em di wê baweriyê de ne ku kapasîteya wî heye ku vê heyama hestiyar bi serkeftî birêve bibe û Tevgerê ber bi serkeftinê ve bibe.

Em piştrast dikin ku em mil bi milê birayên xwe yên Hîzbullahê di qadên cîhad û berxwedanê de ne. Em ji Xweda niyaz dikin ku Şêx Naîm Qasim û hemû mucahîdên Hîzbullahê biryarên rast bidin û ji bo derbiderkirin û têkbirina dagirkeran serkeftin û îradeya wan bide.” (ÎLKHA)