Wezareta Perwerde û Polîtîkayên Ciwanan a Herêma Vladîmîrê ragihand ku di cil û bergên xwendekarên dibistana seretayî û navîn de rêzikname hatine çêkirin.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di perwerdehîya fermî de girtina ser û rûyê xwe qedexe ye.
Hat diyarkirin ku bi guherînê re “lixwekirina cil û berg û tiştên ku bawerîya xwe ya dînî nîşan didin li saziyên perwerdeyê li xwendekaran tê qedexekirin.”
Digel ku hat îddîakirin ku qaîdeyên nû li gorî Destûra Bingehîn a Rûsyayê ne, hat îddîakirin ku rêziknameya dawî bi taybetî misilmanan nake hedef.
Misilman ji sedî 1ê nifûsa herêma Vladîmîrê pêk tînin.
Herêmên cihê cuda yên Rûsyayê di demên dawî de qaîdeyên bi vî rengî, bi hinceta sedemên ewlehiyê, bicîh anîne. (ÎLKHA)