Guterres: Ji ber astengîyên îsraîlê li Xezzeyê jiyana bêjimar însanan di bin talûkeyê de ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, li ser jîyana Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê ji ber êrîşan dikşînin balan kişand û got, “Ji ber redkirina gihandina amûrên alîkarîya însanî ya ji teref îsraîlê ve jiyana bêjimar însanan di bin talûkeyê de ne.”

Ekleme: 28.10.2024 17:25:20 / Güncelleme: 28.10.2024 17:25:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qetlîamên xwe dewam dike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonîo Guterres  derheqê  êrîşên ku li Xezzeyê tên kirin de axivî.

Guterres weha got, “Rejîma îşxalker li bakurê Xezzeyê hilweşandineke pir mezin dike. Heyata însanan ber bi drameke pir mezin ve diçe.”

Guterres weha dewam kir, “Lazim e ku alîkariyên acîl têkeve nava Xezzeyê. Heger alîkarî neyê kirin û êrîş bidawî nebe, wê heyata bi hezaran însanan têkeve nava tehlûkeya mirinê.”

Antonîo Guterres  di dawîyê de jî weha got, “Lazim e ku li zarokan vaksîna felca zarokan bê kirin. Heger ev yek nebe wê rîska belavbûna nexweşîyan jî zêde bibe.” (ÎLKHA)