Ji teref HUDA PARê ve li bajar û navçeyan hefteya ciwanîyê têne tertîpkirin, bernameya Dîyarbekirê jî di qada Newrozê de hat lidarxistin.
Bernameya ku di qada Newrozê de hat tertîpkirin bi xwendina Quranê dest pê kir.
Pêşkeşvanên bernameyê ji teref Cîhad Kaplan û Selaheddîn Guler ve hat kirin, Serokê Baskên Ciwanî yê HUDA PARê Murat Gunaydin axavtina vekirinê kir, Gunaydin di axavtina xwe de bal li ser rewşa ciwanîyê ku hatîye vê rojê kişand.
“Yên ku ji Pêxemberên ji bo doza Kelîma Tewhîdê hatine şandin re îman anîtine ciwan in”
Bername bi îlahî û merşan berdewam kir û Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk axavtinek kir û qala ehemmîyeta ciwanîyê ya di nav doza Îslamê de kir û ji berxwedana Xezzeyê mînakan anît.
Çelîk ji axavtina xwe re bi ayetên ku derheqê qisseya Eshabî Kehf de hatîye gotin, “Ew, komekî ciwan bûn ku ji Rebbê xwe re îmanê anîtine; ji wan re hîdayetê zêde kir. Tu ji derewên ku derheqê wan de hatine gotin re goh nede. Niha em ji te re qala rastîyên wan dikin: Bê guman ew çend ciwanên ku ji Rebbê xwe re bawerî kiribûn bûn. Me jî hîdayeta wan zêde kiribû.” Dest pê kir û dûre Çelîk weha got, “Hûn di alîyê Xwedê de gelek biqîmet in. Çîmkî Pêxemberê me mizgînîyê dide ku însanekî ku ciwanîya xwe di rêya Xwedê de xerc kirîye biqîmet e. Hemû pêxemberan ji bo doza Kelîme-î Tewhîdê hatine û yên ku serê ewil bawerî bi wan anîtine jî ciwan bûne. Çîmkî di ciwanan de potansîyel, qabilîyeta muhakemeyê û eşq heye. Ji ber vê yekê ye ku kifr, sîyonîzm û xulamên wan li ser ciwanan dixebitin.
Dema ku em ji eshabîyan mînak bidin jî em ê bibînin ku Hezretî Elî 10 salîye, Musab bîn Umeyr 17, Hezretî Cefer ku Pêxemberê me ji Hebeşîstanê re şandîye 17 salî ye, Erqam bîn ebûl Erqam 16 salî bû.”
“Yê ku Bîzansê ji axên Anadolîyê def kirîye rihê şehadetê ya ku bi ciwanan re hebû bû”
Çelîk, “Misilmanan ji Uhudê, Xendekê bi rihê înqilab û şehadetê derketin. Ê ku Tusterîyê, Muteyê, Herêma Şamê û Bîzansê ji axên Anadolîyê def kirîyê ev rih bû. Ger ku vê rihê bi me re be ew ê tu qewetek li ber me nikaribe bisekine. Îro jî wan însanên xwedî vê rihê ne, salekî ye li Xezzeyê micadeleya şîyarkirina ummeta Îslamê didin.”
Bername bi îkram û nimêja esrê berdewam kir.
Di bernameyê de leyîstikekî ku “Ez kî me” hat nîşandan û şanoyekî derheqê Xezzeyê de hat leyîstin.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli derheqê ehemmîyeta rojevê de axivî û îfade kir ku divê ciwan li gorî cîh û demê hereketê bikin.
“Dijminê me zalim in, ên ku ji Îslamê re herbê vekirine ne”
Filistîn birîna me ya ku xwîn diherikîne ye, Xezze jana me ya ku derbas nabe ye. Em di nav şikestîbûna ku li hember Xezzeyê wezîfeyên xwe bikarnaynîn dijîn. Şehîd Îsmaîl Henîyye ji me re digot, ‘Me bîrva nekin, duayên xwe kêm nekin û alîkarîyên xwe yên meddî kêm nekin. Ji xwe em li wê derê micadeleyê dikin, em nabêjin ku werin li wê derê bi me re herbê bikin’. Salekî zêdetir e sîyonîstan li wê derê qirkirinê dike, xelkê li wê derê birçî, tî û tazî dihêle lê dîsa jî nikare micahîdan têk bikin.”
Ramanli, “Dijminên me zalim in, yên ku ji Îslamê re herbê vekirine neyarên me ne. Em dostên xew jî dijminên xwe jî baş nasdikin û divê em nas jî bikin.”
“Divê îro em micadeleya tesîrkirina biratî, yekîtî û mihabbetê bidin”
Ramanli destnîşan kir ku li gorî cîh û wextê dibe ku micadele bê kirin, “Îro li Xezzeyê îşxalekî û zilmekî heye, mirov jî îro derheqê Xezzeyê de yanê li wê derê ji dêla çekê rabe qelemê bigre destê xwe ev xefletekî ye, heman tişt ji bo li vê derê jî derbasbûn e mînak îro hemd ji Xwedê re axên me dûçarê êrîşên fiîlî nînin, em jî rabin li vê derê çekan bigrin destê xwe ev jî hewqas xefletekî ye. Xwedê mihafeze bike wî dijminê dema ku were ber derê me helbet destê ku mîkrofonê digre, destê ku qelemê digre dikare çekê jî bigre. Lê divê îro em micadeleya tesîrkirina biratî, yekîtî û mihabbetê bidin. Dijmin li derveyê me, dost jî di nav me de ye. Dibe ku dostên me; di nav xeflet, tirs û îxanetekî de bin. Şîyarkirina wan û cesaretkirina wan wezîfeya me ne. Em ê jî vana bi hîkmet, samîmîyet û gotinên xweşik bikar bînin.”
“Heta ku em ji bona Xwedê xwêdanê birêjin ew ê zefer ê me be”
Ramanli bal kişand ku sînor ji biratîyê re ne asteng e, û dûre axavtina xwe weha dawî kir:
“Îro ji bo Xezzeyê, ji bo Filistînê ji bo mezlûmên çar alîyê cihanê dilê me dişewite. Ev jî ji ber ku em gihaştine şiûra biratîyê ye. Sînorên Sykes-Pıcot ku 100 sal berê hatine îmzekirin û xêzkirin exlaq, hiqûq û wijdanê me asteng nekirine. Îro yên ku sînorên me cuda kirine me ji wijdan û exlaqê cuda dikin ew ê bibînin ku mexlûb bibin. Em sînoran nas nakin. Hele hele em sînorên emperyalîstan ku 100 sal berê xêz kirine qethîyen nas nakin. Ji bona me sînora Helebçe, Xezze, Rohîngya, Saraybosnayê wek hev in. Em nanêrin ku zilm li ku derê ye. Em nanêrin ku zalim kî ye. Ji bona me zalim zalim e, mezlum mezlum e. Heta ku em ji vê rê neqetin em ê ji rêya wasatîyê jî neqetin. Heta ku em ji bona Xwedê xwêdanê birêjin ew ê zefer ê me be.”
Piştî axavtina Ramanli bername bi teqdîmkirina dîyarîyan beşdarvanan û îlahîyan dawî bû. (ÎLKHA)