Ji Baregeha Leşkerî ya Et-Tanfa ya Emrîkaya îşxalker re operasyon hat kirin

Hat îfadekirin ku ji Baregeha Leşkerî ya Et-Tanfa ya aîdê Koalîsyona ku pêşengîya wî Emrîkayê dike re operasyon hat lidarxistin.

Ekleme: 28.10.2024 11:45:20 / Güncelleme: 28.10.2024 11:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên êvarê de baregeha li herêma Et-Tanfa ku li sînora Sûrîye-Iraq-Urdunê ye bi balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef hat girtin.

Li gorî mirovên ku bûyerê dîtine li baregehê teqîneke dijwar pêk hatine.

Emrîkaya îşxalker, derheqê operasyonê de tu daxuyenîyek neda ku di encamê de mirî, birîndar an jî zerarê meddî çêbûne an jî nebûye.

ÎHAyên ku hatine avêtin aîdê kêne nayê zanîn, lê tê îddîakirin ku ew ji alîyê Iraqê ve hatine şandin.

Baregeha leşkerî ku hatîye hedefgirtin, li sêgavên sînora Sûrîye, Iraq û Urdunê ye. (ÎLKHA)