Rejîma sîyonîst di nav rojekî de 5 rojnamegeran qetil kir

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, di êrîşa ku li Xezzeyê pêk anît de 2 rojnamegerên dinê jî şehîd kir.

Ekleme: 28.10.2024 11:09:35 / Güncelleme: 28.10.2024 11:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Xezzeyê qirkirin û qetilkirina rojnamevanan pêk tê.

Rêxistina terora sîyonîst sûcên herbê pêk tîne û ev 13 mehe li Xezzeyê qirkirinê didomîne, rojnamevanên dinyayê jî van qetlîaman dide hesandin lê rejîma îşxalker jî wan hedef digre û dengê wan qut dike.

Rojnamevanên ku li Xezzeya ku di bin ablûqayê de sîyonîstên îşxalker ên ku qirkirin û sûcên herbê pêk tîne bi belge dike û ji raya giştî ya navneteweyî re serwîs dikin hebo heb dibin hedefên îşxalkeran.

Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê êrîşê şatîyê kir û rojnamevanên şehîd bûne hejmara wan derket 5an.

Ji teref Ofîsa Medyaya Hikûmata Xezzeyê ve di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê rojnamevanên li Xezzeya di bin êrîşên artêşa îşxalker de hatine şehîdkirin malûmat hat dayîn.

Hat îfadekirin ku di êrîşa artêşa îşxalker de rojnamevan Madya Îmad Seyyîd û Abdûrrahman Semîr Tananî şehîd bûne.

Di êrîşên rejîma îşxalker deSerokê Departmana Medyaya Dîjîtal ê Televîzyona Eqsayê Saîd Ridwan, xebatkarê Ajansa Xeber ê Senedê Hamza Ebû Sîlmîyye û ji Weqfa Qudsê rojnameger Xanîn Mehmud Barud hatine şehîdkirin.

Bi vî awayî rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de di nav rojekê de 5 rojnamevanan qetil kir.

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve li dijî Filistînîyan herba qirkirinê daye destpêkirin hejmara endamên çapamenîyê hatine şehîdkirin derketîye 182 kesan.

Teyareyên herbê yên rejîma sîyonîst li Şatiyê kesên ji cihên xwe hatine kirin û xwe sipartibû Dibistana Esmaya girêdayîyê UNRWAye ye bombe kiribû.

Li gor diyarîyên ewil di êrîşê de 3 rojnamevan û 11 kes şehîd bûbûn û 20 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)