Medyayên herêmê ragihand ku balafirên îşxalê dibistana "Esma" ya ku koçberên kampa Şatî tê de bûn, bombebaran kirin.
Di êrîşê de rojnameger Saed Radvan, zarok û jin jî di nav de 9 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Dagirkeran beriya niha di 19ê vê mehê de dibistana navborî bombebaran kiribû û di wê êrişê de gelek kes şehîd û birîndar bûbûn.
Îşxalkeran her wiha di encama şewata ku li rojavayê kampa nû ya Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê bi balafireke hewayî vekir, 2 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar kirin.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji ber bomberdûmana îşxalkeriyê ya ji danê sibehê ve li ser Xezzeyê 36 kes şehîd bûne ku 25 ji wan li bakurê Xezzeyê ne. (ÎLKHA)