Siyonîstên îşxalker li Beyt Lahiyayê êrîşî 5 malan kirin: 35 sivîl hat şehîdkirin

Li Beyt Lahiya ya li bakurê Xezzeyê di êrîşa ku ji teref artêşa dagirker a siyonîst ve li ser 5 malan hat kirin de 35 sivîl şehîd bûn.

Ekleme: 27.10.2024 14:40:20 / Güncelleme: 27.10.2024 14:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku artêşa îşxalker êrîşî 5 malên li nêzî çarrêya Rojava ya Beyt Lahiyayê kir.

Di êrîşan de jin û zarok jî di nav de herî kêm 35 sivîl hatin qetlkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji ber ku leşkerên îşxalker tîmên tenduristiyê yên ku dixwazin mudaxeleyî bûyeran bikin jî hedef digirin, şehîd û birîndaran nikarin rakin nexweşxaneyan.

HAMASê bertek nîşanî komkujiyê da û diyar kir ku komkujiya hovane ya rejîma işxalker a li Beyt Lahiyayê yek ji cureyên herî xerab ên qirkirin û koçberkirina bi darê zorê ya di serdema nûjen de hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civaka navneteweyî û saziyên wê ji vê qirkirina bi sed hezaran kesî pêk hatiye, ji ber ku teslîmî Emerika ya dagirker bûne û dema ku artêşa işxalker gelê li bakurê Xezzeyê neçarî derketina derve ji malên xwe kir, bêdeng mane berpirsîyar in. (ÎLKHA)