Îran: Di êrîşa rejîma sîyonîst de du personelên artêşê şehîd bûn

Artêşa Komarîya Îslamî ya Îranê, daxuyand ku di êrîşa rejîma sîyonîst de du personelên artêşê şehîd bûn.

Ekleme: 26.10.2024 14:50:20 / Güncelleme: 26.10.2024 14:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, ji hinek cîhên leşkerî yên Îranê re êrîşan li dar xist.

Hêzên Parastina Hewayê ya Îranê, daxuyand ku êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Tehran, Xuzistan û Îlamê bi serfirazî hatine pejikandin.

Artêşa Komarîya Îslamî ya Îranê, derheqê personelên ku doh di êrîşê de şehîd ketibûn de daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de weha got:

“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…

Artêşa Komarîya Îslamî ya Îranê, bi armanca parastina Îranê, zerar neyê gîştin ji gel û menfeatên Îranê re, li hember rejima sîyonîst ê cînayetvan doh êvarê du leşkerên xwe feda kir.” (ÎLKHA)