Wezareta Parastina Netewî: 32 cîhên PKKê hedef girt

Wezareta Parastina Netewî diyar kir ku ew li Sûrîye û Herêma Kurdistanê 32 cîhên PKKê hedef girtin.

Ekleme: 24.10.2024 10:35:21 / Güncelleme: 24.10.2024 10:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Ji bona ku ûnsurên terorîst ên PKK/KCKê bêne bêtesîrkirin û êrîşên li dijî ewlehîya gel û hêzên me yên ewlehîyê têne kirin bêne bertarafkirin û ewlehîya sînora me bê temînkirin; di çarçoveya mafên me yên meşrû ya li gorî meddeya 51yemîn a Neteweyên Yekbûyî, li bakurê Iraq û Sûrîyeyê ji hedefên terorîstan re di 23yê Cotmeha 2024an de operasyona hewayî hatîye lidarxistin, bi tevahî 32 hedefên terorîstan hatine îmhekirin.

Di operasyona ku hatîye lidarxistin de di pileya herî zêde de çek û cebilxaneyên netewî û millî hatine şixulandin û gelek terorîst hatine bêtesîrkirin.” (ÎLKHA)