Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 574an

Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne, li Libnanê di nav 24 seatên dawîn de 28 kes şehîd bûn, di encama şehîdbûna van 28 kesan de hejmarê şehîdan bi tevahî derket 2 hezar û 574 kesan.

Ekleme: 24.10.2024 09:55:21 / Güncelleme: 24.10.2024 09:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 28 kes şehîd bûn û 139 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li Libnanê hejmarê şehîdan derketîye 2 hezar û 574 kesan, hejmarê birîndaran jî derketîye 12 hezar û 1an.

Koça ku ji Beyrûd û alîyê bakurê welat re tê kirin hêj berdewam dike, hikumeta Libnanê jî daxuyand ku ji 486 hezaran zêdetir mirov koçê Sûrîyeyê kirine. (ÎLKHA)