Wezîr Yerlîkaya: Di êrîşa li TUSAŞê de şehîd û birîndar hene

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê êrîşa ku li TUSAŞê hat kirin de weha got, “Piştî êrîşê mixabin şehîd û birîndarên me hene.”

Ekleme: 23.10.2024 17:09:37 / Güncelleme: 23.10.2024 17:09:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya, derheqê êrîşa ku li navçeya Kahramankazana Enereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) hat kirin de li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir.

Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de weha got:

“Li dijî tesîsên Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk ya li navçeya Kahramankazana Enqereyê êrîş hat kirin.

Piştî êrîşê mixabin şehîd û birîndarên me hene.

Ez ji şehîdên me re ji Xwedê daxwazîya rehmê; ji bo birîndarên me jî daxwazîya şifa acîl dikim.

Derheqê hûrgilîyan de ew ê raya giştî bêne agahdarkirin. Ji kerema xwe re daxuyanîyên ku wê ji çavkanîyên fermî bêne daxuyandin gohdar bikin.” (ÎLKHA)