Ensarullah: Baregeha îşxalê bi fuzeyên “Filistîn 2”yan hedef girt

Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew li rojavayê Tel Avîva îşxalkirî ji baregehekî leşkerî re bi fuzeyên hîpersonîk a “Filistîn 2”yan operasyonekî serfirazî pêk anîtine.

Ekleme: 23.10.2024 12:05:25 / Güncelleme: 23.10.2024 12:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Ensarullahê Tûxgeneral Yahya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ew li rojavayê Tel Avîva îşxalkirî ji baregehekî leşkerî re bi fuzeyên hîpersonîk a “Filistîn 2”yan operasyonekî serfirazî tertîp kirine.

Serî, destnîşan kir fuzeyên ku avêtine sîstemên pêşîgirtin a sîyonîst û Emrîkayê derbas kirîye û gihaştîye hedefa xwe.

Serî ragihand ku ew vê operasyonê hem ji bo piştgirîya ji Tofana Eqsayê re hem jî di çarçoveya merhaleya pêncemîn a micadeleya “Fetha ku hatîye weedkirin û Cîhada Pîroz” de tertîp kirine, hat îfadekirin heta ku êrîş bêne sekinandin, dorpêça li ser Xezzeyê bê rakirin û êrîşên li dijî Libnanê bêne sekinandin ew ê Ensarullah operasyonên xwe bidomîne. (ÎLKHA)