Rejîma sîyonîst li bakurê Xezzeyê qirkirinê dike: 20 şehîd

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li bakurê Xezzeyê di êrîşa topvanan de 20 Filistînîyan şehîd kir, gelek kesan jî birîndar kir.

Ekleme: 22.10.2024 14:20:22 / Güncelleme: 22.10.2024 14:20:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Filistînîyan bênavber berdewam dike.

Îşxalkeran, li herêmên cuda yên bakurê Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist.

Artêşa rejîma qatil li herêma Meşrû Beyt Lahîyayê ji Filistînîyan re topan avêtin, di encamê de 12 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li Cîbalîyeyê hat lidarxistin de 8 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî mirovên ku bûyerê dîtine artêşa îşxalkeran, ji hewayê ve diyarî belav kirîye û xwestiye ku bila herêmê terk bikin û biçin başûrê Xezzeyê. (ÎLKHA)