Di êrîşa li dijî nexweşxaneya li Libnanê hat kirin de hejmarê şehîdan derket 13an, birîndar jî bûn 57 kes

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li Beyrûda Libnanê ji Nexweşxaneya Dewlet a Refîk Harîrî re êrîş kiribû, di êncama êrîşê de hejmarê şehîdan derket 13 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 57 kesan.

Ekleme: 22.10.2024 13:30:20 / Güncelleme: 22.10.2024 13:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker doh êvarê li Beyrûda Libnanê ji Nexweşxaneya Dewlet a Refîk Harîrî re êrîş li dar xistibû.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 4 kes şehîd ketibûn 24 kes jî birîndar bûbûn.

Dûre ji teref Wezaretê daxuyanîyekî dinê jî hat belavkirin û hat îfadekirin ku hejmarê şehîdan derket 13 kesan, 57 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)