Li Şerîeya Rojava 2 jê zarok 18 Filistînî hatin êsîrgirtin

Rejîma sîyonîst di êrişa ser navçeyên curbecur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî de 2 ji wan zarok 18 Filistînî êsîr girtin.

Ekleme: 21.10.2024 16:55:18 / Güncelleme: 21.10.2024 16:55:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst di serdegirtina li Şerîeya Rojavayê de 2 jê zarok 15 Filistînîyan êsîr girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê de hat ragihandin ku leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst êrîşî bajarên Beytlehem, El Xelîl û Cenînê yên Şerîeya Rojava kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma sîyonîst di serdegirtinan de 2 jê zarok 18 Filistînîyan êsîr girtin.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmara Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava û Qudsê êsîr hatine girtin 11 hezar û 300î derbas kiriye. (ÎLKHA)