Hîzbullahê ÎHAya sîyonîstan xist xwarê

Hizbullahê ragihand ku balafira bêmirov a Hermes 900 a îşxalkeran hatiye xistin.

Ekleme: 21.10.2024 15:30:21 / Güncelleme: 21.10.2024 15:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hizbullahê bi operasyonên tolhildanê bersiva êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Filistîn û Lubnanê dide.

Di daxuyanîya Hîzbullahê de hat ragihandin ku balafira bêmirov a ji tîpa Hermes 900 a girêdayî artêşa rejîma îşxalker hatiye xistin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku operasyonên mûşekî yên li dijî bajarê Heyfayê û her wiha herêmên leşkerî yên li nêzî sînorê Lubnanê yên ku ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin dewam dikin. (ÎLKHA)