Li Xezzeyê dibistana NYyê ya ku sîvîl xwe sipartibûn hat bombekirin: 22 şehîd

Sîyonîstên îşxalker, dibistanekî Neteweyên Yekbûyî ya ku sîvîl di nav de xwe bi cîh kiribûn bombebaran kir, di encamê de 22 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.10.2024 10:15:20 / Güncelleme: 18.10.2024 10:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

WAFAyê, diyar kir ku balafirên herbê yên rejîma îşxalker, Dibistana Ebû Hasan a ku di bin îdareya UNRWAyê de ye bombebaran kir.

Di êrîşa ku ji dibistanekî re hat lidarxistin de pîrek û zarok jî di nav de 22 kesan şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşê di baxçeya dibistanê de konên sîvîlan şewitîn.

Hat îfadekirin mirovên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji nexweşxaneyên Kemal Advan û El-Avdeyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)