Otobûsa rêwîyan qeza kir: 6 mirî, 20 birîndar

Li ser rêya Aksaray-Enqereyê otobûsek qelibî, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 18.10.2024 09:50:19 / Güncelleme: 18.10.2024 09:50:19 / Xeberen Kurdi / Aksaray Haberleri
Destek için 

Qeza, di seat 07.00an de li alîyê têketina gundê Acipinarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa ku ji Balikesîrê diçû Nevşehîrê ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)