Hîzbullah: 2 ÎHAyên aîdê sîyonîstan xist xwarê, 2 tank û 3 buldozeran jî hedef girt

Hizbullahê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 2 balafirên bêmirov ên Hermes 450 ên îşxalkeran hatine xistin û 2 tank û 3 dozer jî hatine îmhakirin.

Ekleme: 16.10.2024 14:20:21 / Güncelleme: 16.10.2024 14:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hizbullahê bi operasyonên tolhildanê bersiva êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Filistîn û Lubnanê dide.

Di daxuyaniya Hîzbullahê de hat ragihandin ku di nava rojekê de 2 balafirên bêmirov ên ji tîpa Hermes 450 ên artêşa rejîma îşxalker hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 tank û 3 dozer jî hatine îmhekirin.

Di daxuyaniya rejîma sîiyonîst de jî hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 23 leşker li Lubnanê û leşkerek jî li Xezzeyê birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, Hizbullahê çend êrîşên mûşekî li bajarê Safed a îşxalkirî kirine armanc.

Hêzên berevaniyê yên rejîma sîyonîst operasyona Hizbullahê piştrast kir û ragihand ku nêzîkî 50 mûşek ji Lubnanê hatine avêtin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "Li gor tespîtên ewil zirara canî çênebû." (ÎLKHA)