Îşxalkeran nexweşxaneya Sehrayê ya aîdê Îranê bombebaran kirin

Îran, daxuyand ku rejîma îşxalker li nexweşxaneya sehraya aîdê Hîva Sor a Îranê ku li sînora Sûrîye-Libnanê hatîye vekirin bombebaran kir.

Ekleme: 11.10.2024 13:55:25 / Güncelleme: 11.10.2024 13:55:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref platforma Xê ya Hîva Sor a Îranê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku nexweşxaneya sehraya li sînora Sûrîye-Libnanê hatîye vekirin ji teref sîyonîstan ve hat bombekirin.

Hat diyarkirin nexweşxaneya ku 56 cîh û depoya îlacê di nav de hebû di êrîşê de bi temamî şewitî.

Serokê Hîva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvend, destnîşan kir ku di êrîşê de candayîn pêk hatîye, “Hemû ekîbên me yên tenduristîyê di ewlehîyê de ye encax ambûlansên nexweşxaneyê, amûr û ekîpmanên tenduristîyê hatin îmhekirin.”

Hîva Sor a Îranê daxuyand ku, di 6ê Cotmehê de nexweşxaneya sehrayê hatibû vekirin. (ÎLKHA)