Hîzbullah bi dehan fuzeyan li Hayfayê xist

Di dema ku Hîzbullahê bi 40 fuzeyan li Hayfayê xist de, hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne.

Ekleme: 10.10.2024 10:50:19 / Güncelleme: 10.10.2024 10:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hîzbullahê ku roja Sêşemê weke tolhildanek mezintirîn êrîşa mûşekî li dijî bajarê bendera Heyfa yê li peravên Behra Spî pêk anî, îro careke din li dijî Hayfayê dest bi operasyonê kir.

Dema ku sîren li Hayfa û Accrayê yên li bakur lêketin sîstemên parastina hewayî hatin aktîfkirin.

Medya îşxalker ragihand ku herî kêm 4 kes birîndar bûne. Artêşa îşxalê jî ragihand ku ji Lubnanê 40 mûşek ber bi Heyfa û derdora wê ve hatine avêtin.

Di daxuyanîyê de, artêş qebûl kir ku fuze bûye sedeme gelek xesaran.

Yedîot Ahronot ragihand ku li Kiryat Bialika taxa bakurê Hayfayê ji ber êrîşa fuzeyan elektrîk qut bûye. (ÎLKHA)