Li Bosna û Hersekê lehî rabû: 22 mirî, 6 winda

Hejmara kesên ku di lehiyê de li herêmên navend û başûrê Bosna Hersekê canê xwe ji dest dane derket 22yan û lêgerîna 6 kesên winda jî berdewam dike.

Ekleme: 10.10.2024 10:05:25 / Güncelleme: 10.10.2024 10:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hejmara kesên di lehîya ku hefteya borî li bajarên Jablanica, Konjic, Fojnica û Kresevo yên Bosna Hersekê qewimî de mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 22yan.

Ekîbên xelaskirinê xebatên lêgerîna jı bo 6 kesên winda didomînin.

Piştî felaketa lehiyê hişyariya baranê ya nû hat dayîn.

Rayedaran ji bo niştecihên bajarê Jablanica û Konjicê ku di talûkeyê de ne, hişyarîya tehliyeyê da. (ÎLKHA)