Li Şerîaya Rojavayê micahîdê Qessam di mala xwe de hat şehîdkirin

Li bajara Tubasa Şerîaya Rojavayê Abdulrauf Racih El Misrî ku micahîdê Qessam e, di encama êrîşa ku ji mala wî re hat kirin de şehîd ket.

Ekleme: 09.10.2024 13:35:04 / Güncelleme: 09.10.2024 13:35:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çapemenîya Filistînê, diyar kir ku Abdulrauf Racih El Misrî (37) ku micahîdê Qessam e, doh mala wî ya ku tê de bû ji teref sîyonîstan ve hat dorpêçkirin.

Hat desntîşankirin ku sîyonîstên îşxalker mala ku dorpêç kiribûn dan ber guleyan, di encamê de Misrî şehîd kirin û piştî bûyerê jî dest danîn li ser cenazeya Misrî.

Hêzên îşxalker, ji ber ku berxwedêran wan ferq kirin ji bajarokê re hêzên destekê xwestin.

Şervanên berxwedanê jî, bi tevî teqemenîyan ji wesayîtekî leşkerî re ku bi wî leşker dihatin barkirin, zerarê dan. (ÎLKHA)