Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 83 kesan

Rejîma îşxalker a sîyonsît ji 8ê Cotmehê vir ve êrîşî Libnanê dike, di encama wan êrîşan de 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 2 hezar û 83 kes şehîd bûne.

Ekleme: 08.10.2024 15:45:20 / Güncelleme: 08.10.2024 15:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima qatil êrîşên xwe yên li dijî Libnanê bênavber didomîne.

Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker, di 23yê Îlonê de li dijî başûrê Libnanê û Bekaa û Baalbekê bi sedan êrîşên asîmanî pêk anît.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, ji 8ê Cotmeha sala 2023yan vir ve 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 2 hezar û 83 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku ji ber bomberdûmanan bi sed hezaran mirov jî ji cîhê xwe bûne.

Pêla koçê ya ji Beyrûd û bakurê welat re dewam dike, bi dehhezaran mirov jî derbasî Sûrîyeyê bûne. (ÎLKHA)