Li Hîndistanê di madenê de teqîn: 7 mirî

Li wîlayeta Bengala Rojavaya Hîndistanê di kana komirê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 7 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.10.2024 10:05:20 / Güncelleme: 08.10.2024 10:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku teqîn li herêma Bhaduliaya ku girêdayê navçeya Birdbhumê ye di şîrketekî taybet de pêk hatîye.

Polês, destnîşan kir qamyona ku teqemenî barkirîbû dema ku barê xwe vala dikir di wê demê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve teqîn pêk hat.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de 7 kes mirine û mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatine rakirin.

Derheqê sedema teqînê de hêj tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)