Ensarullah: Me 193 keştîyên ku têkilîyên wan bi rejîma sîyonîst re hene hedef girt

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku piştî Operasyona Tofana Eqsayê ku 7ê Cotmeha 2023an dest pê kiribû, wan 193 keştiyên girêdayî Emerîka, rejîma sîyonîst û Îngilistanê hedef girtine.

Ekleme: 07.10.2024 16:20:20 / Güncelleme: 07.10.2024 16:20:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê Abdulmelîk El-Hûsî operasyona Tofana Eqsayê ya ku sala xwe ya ewil temam kir nirxand.

El Hûsî der barê geşedanên sala borî de li televîzyona El-Mesîra daxuyanî da û got, "Em helwesta xwe ya dînî, exlaqî, însanî û prensîb ji bo serketina gelê Filistînê li cepheya Yemenê berdewam dikin."

El-Hûsî destnîşan kir ku rejîma siyonîst ji roja ku li Xezzeyê dest bi komkujî û qirkirinê kirîye heta niha zêdetirî hezar fuze avêtine ser axên îşxalkirî û destnîşan kir ku wan 193 keştiyên girêdayî Emrîka, Îngilîstan û rejîma sîyonîst li Behra Sor hedef girtin.

Ebdulmelik El-Hûsî diyar kir ku Emrîka, rejîma sîyonîst û Îngilîstanê 774 êrîş birine ser Yemenê û di van êrîşan de 82 kes şehîd bûne û 340 kes jî birîndar bûne.

Ebdulmelik El-Hûsî bal kişand ser wê yekê ku ew hewl didin hêza xwe ya leşkerî pêş bixin û got: "Di heyama navborî de wan 11 firokeyên bêmirov ên çekdar ên Emerîkayê xistin xwarê". (ÎLKHA)