Di qetlîama ku êvarê li Xezzeyê hat kirin de 60 kes şehîd bûn.

Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker doh êvarî çend herêmên Xezzeyê çend qetlîaman kirin.

Ekleme: 06.10.2024 13:30:22 / Güncelleme: 06.10.2024 13:30:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker doh êvarî li Xezzeyê mektebek û camîyeke ku Mislimanan xwe lê spartibûn hedef girtin. Di encama êrîşên hovane yên ku hatin kirin de 60 Misliman şehîd bûn û 93 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezzeyê êrîş û qetlîama ku ji teref siyonistan ve hat kirin teyîd kir û diyar kir di êrîşên hovane de 60 Misliman şehîd bûn û 93 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)



Etiketler: