Rûsya, ji bo Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê qerara derxistina ji lîsteya “komên qedexekirî” girt

Zamîr Kabulovê Nûnerê Taybet ê Exfanîstanê ya Rûsyayê got ku Rûsya, ji bo Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê qerara derxistina ji lîsteya “komên qedexekirî” girtîye û li benda hin rêbazên yasayî ne.

Ekleme: 05.10.2024 14:30:04 / Güncelleme: 05.10.2024 14:30:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kabulov got ku, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, bi tevî Serwîsa Ewlehiyê ya Federal a Rûsyayê û bi hin saziyên Rûsî re sererastkirinên dawîn yê ji bo derxistina Mîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê ji lîsteya “komên qedexekirî” dike.

Kabulov wiha got, “Derheqê vê mijarê de rêvebiriya Rûsî qerareke bingeh hat girtin. Lê divê pêvajo di çarçoveya yasayî ya Rûsî bê meşandin.”

Balyozê Rûsyayê Kabulov piştî gera dawî ya şêwra li ser Efxanîstanê ya li Moskowayê axivî û diyar kir ku tenê pêwîste rayedarên Rûsyayê pêvajoyê bi qanûnên federal re li hev bikin û got, "Hêvîdar im biryara dawî di demeke nêz de bê ragihandin." (ÎLKHA)



Etiketler: