Rejîma îşxalker a sîyonîst 24 Filistînîyan desteser kir

24 Filistînîyên din li deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatin desteserkirin.

Ekleme: 04.10.2024 18:25:19 / Güncelleme: 04.10.2024 18:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê da hat belavkirin ku rejîma sîyonîst li herêmên curbecur ên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êriş pêk anîn.

Hat diyarkirin ku leşkerên qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst di serdegirtina bajarê El Xelîl û bajarê Beyt Ummarê de 24 Filistînîyên din ku di nav wan de zarok jî hene êsîr girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serdegirtina malan de kesên êsîr hatine girtin û xizmên wan rastî lêdan û gefan hatine û malên wan jî hatine rûxandin. (ÎLKHA)