Hîzbullah: 17 leşkerên sîyonîst hatin kuştin

Hizbullahê ragihand ku di şer û pevçûnên li başûrê Lubnanê de 17 leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker a sîyonîst hatine kuştin.

Ekleme: 04.10.2024 15:55:23 / Güncelleme: 04.10.2024 15:55:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya nivîskî ya Hîzbullahê de hat gotin, "Odeya operasyonê li gorî çavkanîyên qadê yên pêbawer, ragihand ku di şer de 17 leşkerên îşxalekr hatine kuştin."

Rejîma îşxalker a sîyonîst ragihandibû ku ji 30ê Îlonê ve ji destpêka êrişên bejayî ve li Lubnanê 9 leşkerên xwe di pevçûnên li Lubnanê de canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da hat destnîşankirin ku di êrîşên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li herêmên curbecur ên Lubnanê di 24 saetên dawî de hat kirin de 37 sivîlên din jî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 151 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)