Li 57 bajaran operasyona tiryakê: 644 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku li 57 bajaran li dijî firotvanên tiryakê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 644 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 03.10.2024 12:09:39 / Güncelleme: 03.10.2024 12:09:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li bajarên Aksaray, Bûrsa, Enqere, Stenbol, Entab, Balîkesîr, Îzmîr, Nevşehîr, Şirnex, Meletî, Manîsa, Riha, Çewlig, Edene, Dîyarbekir, Qonya, Uşak, Êlih, Mêrsîn, Bolû, Semsûn, Denizli, Yozgat, Entalya. Tekirdax, Çenaqqale, Çankiri, Yalova, Eskişehir, Kocaelî, Efyon, Erzirom, Wan, Semsûr, Çorim, Karaman, Trabzon, Mereş, Qeyserî, Seqerya, Burdur, Gîresun, Isparta, Kilis, Zonguldax, Kinikan, Aydin Kirikkale, Kirklarelî, Qirşehîr, Qûtehya, Sêrt, Xarpêt û Muxla operasyona Narkoêeîl-41ê hat lidarxisitn.

Di encama operasyonan de 967 kîlo meddeyên hişbir, 6 milyon û 857 hezar û 520 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 644 firotvanên tiryakî hatin qefaltin. (ÎLKHA)