Siyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşî dibistana ku sivîlan xwe sipartibûn kir: 3 şehîd, 15 birîndar

Artêşa îşxalê li Nuseyratê êrîşî dibistanekî ku sivîlên bi zorê ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine dibistanê 3 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 03.10.2024 11:05:19 / Güncelleme: 03.10.2024 11:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyonîstên îşxalker ku ji 7ê cotmehê vir ve li Xezzeyê sivîlên bêguneh ên bêparastin qetil dikin, dîsa êrîşî sivîlan kirin.

Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku artêşa îşxalker dibistana Nuseyratê ya ku Filistîniyên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûne û 15 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Xezzeyê hatin kirin de 41 hezar û 689 Filistînî ku ji wan bi qasî 17 hezar zarok û 11 hezar û 378 jin şehîd bûn û 96 hezar û 625 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)