HAMAS: Qetlîamên sîyonîst ku bi hevkarîya Emrîkayê pêk tên ew ê serê berxwedanê netewînin

HAMASê bertek nîşanî êrîşên îşxalkerên qirker ên li dijî dibistan, êtîmxane û hinek malên ku koçberên li Xezzeyê lê hatine bicihkirin da û got, "Qetlîamên siyonîst ên bi hevkarî û piştgiriya rêveberiya Emrîkayê dewam dikin, ew ê biryarî û berxwedana gelê me yê Filistînê ziîf bikin, wê nikaribin stûyê berxwenê xwar bikin.”

Ekleme: 03.10.2024 10:15:20 / Güncelleme: 03.10.2024 10:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê diyar kir ku siyonîstên îşxalker ku vê sibehê li rojhilatê Xan Yûnisê hinek mal û dibistan, êtîmxane û xanîyê ku koçberên Xezzeyê xwe sitirîbûn bombe kirin, qetlîameke hovane kirin û sûcê qirkirinê dewam kirin. Cînayetên hêzên îşxalker berxwedana gelê Filistînê ya ji bo pêkanîna hêvîya azadiyê asteng dike, "Dê îradeya xwe ya berdewamkirina micadeleya li dijî artêşa faşîst zêdetir bike."

Di daxuyanîyê de weha bang hat kirin, ji bo “Sekinandina xebatên berfirehkirina xerakirinê û êrîşdarîya faşîst a li dijî xelkê heremê û astengkirina sîyonîstên îşxalker û parastina sîvîlên mezlum.” Divê bi acîlî dest bi hereketê bikin.

Xeyn ji vêya weha jî hat gotin, “Agirê ku hikumeta îsraîlê dixwaze belavê herêmê bike dîsa ew ê îşxalkeran û vê sazîya xespker bişewitîne.” (ÎLKHA)