Îşxalkeran, sînora Libnanê îxlal kirin

Hat ragihandin ku hêzên îşxalker piştî ku 400 metre axa Libnanê îşxal kiribûn vekişiyan.

Ekleme: 02.10.2024 16:45:19 / Güncelleme: 02.10.2024 16:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Libnanî ku xwe dispêre çavkaniyên artêşê, hêzên dijmin ên îşxalker Xeta Şîn li herêmên Xirbet Yaron û Deriyê El-Adîsa ku bi qasî 400 metre dûrî xaka Libnanê ne, binpê kirine.

Îşxalkeran dûre piştî demeke kin vekişiyan.

Beriya niha kanala televîzyonî ya El Meyadîn ragihandibû ku leşkerekî Lubnanî li devera Meşger a rojavaya Bekaayê hatiye kuştin û mala wî ketiye ber mûşekên siyonîstan. (ÎLKHA)