ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo Fetîh Şerîf Ebû Emîn peyama şînê belav kir

Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ji ber şehadeta Fetîh  Şerîf Ebû’l Emîn ku yek ji serokê HAMASê ye û li Libnanê bi tevî malbata xwe şehîd ketîye şîna xwe pêşkêşî kir.

Ekleme: 01.10.2024 12:05:20 / Güncelleme: 01.10.2024 12:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Suat Yaşasin, telefonê Xalid Meşal kir û ji HAMASê re şîna xwe teqdîm kir.

Xalid Meşal di telefonê de axivî û îfade kir ku rewşa serokên dinê baş in û ji Yaşasin re teşekur kir.

Yaşasin telefonî rayedarên Cemaetî Îslamî ya li Libnanê jî kir û derheqê xeberên şehadeta serokên wan de agahîyan ji wan stand û ji bo şehîdên wan şîna xwe pêşkêşî kir.

Yaşasin destnîşan kir ku rayedarên Cemaetî Îslamî teşekuran kirine û xeberê derewandine ku Muhammed Takuş di heyatê de ye. (ÎLKHA)