Rejîma sîyonîst li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”

Ekleme: 01.10.2024 09:30:19 / Güncelleme: 01.10.2024 09:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin.

Di daxuyanîya artêşa terorîstan de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê li dijî binesazîya Hîzbullahê êrîşên bejahîyê yên sînordar û tijî da destpêkirin.”

Hat îfadekirin ku Kabîneya Ewlehîyê vê êrîşê erê kirîye û ji navê êrîşê re jî “Tîrên Bakurê” danîne.

Daxuyanîya ku ji teref sîyonîstan ve hat belavkirin weha ye, “Van hedefan gund û bajarokên nêz dihewîne û van deran ji bo îsraîlîyên ku li bakurê îsraîlê diman re tehdîdek in. Yekîneyên topavêtan a girêdayê hêzên parastina îsraîlê û hêzên hewa yê îsraîlê, ji hêzên bejahîyê re destekê didin. Li gorî nirxandina rewşa operasyona ‘Tîrên Bakur’, ew ê bi tevî Xezzeyê berdewam bike.” (ÎLKHA)