Li Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn: Yek jê pitik 10 birîndar

Di navbera Nisêbîn – Midyada Mêrdînê de du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê pitik 10 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.09.2024 10:05:23 / Güncelleme: 30.09.2024 10:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, doh di seatên nîvroyê de li alîyê gundê Kalecîka Nisêbîn – Midyada Mêrdînê pêk hat.

Hat îfadekirin ku du wesayîtên ku navê şofêrên wan nehatin hînbûn û plaqeyên wan 47 LD 236 û 27 AEA 48 in li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku di encama qezayê de yek jê pitik 10 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)