Hîzbullah derheqê “Serokê Nû” de daxuyanî da

Hîzbullah, xeberên ku tê gotin ji cîhê şehîd Hesen Nesrallah re serokê konseya meşandina tevgerê Haşim Seyfettîn hatîye bijartin derewand.

Ekleme: 30.09.2024 09:45:21 / Güncelleme: 30.09.2024 09:45:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve bi niviskî hatîye belavkirin de, hat destnîşankirin ku xeberên di medyayê de derdikevin ku derheqê sekretertîya tevgerê de diaxivin û dinisivînin rastîyê nîşan nade.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Hinek xeberên ku di çapemenîyê de derheqê piştî şehadeta Sekreterê me yê Giştî (Nesrallah) de têne qalkirin ‘bê eleqe ye’.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di vê meseleyê de hêj xebat didomin û weha hat gotin, “Heta ku ji teref Serokatîya Hîzbullahê ve derheqê vê meseleyê de daxuyanîyeke fermî neyê kirin bila ji xebetên di vî warî de re îtîbar neyê kirin.” (ÎLKHA)