Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst a li ser Lubnanê de 33 kes hatin qetlkirin

Di encama êrişên asîmanî yên artêşa qaşo yên rejîma terorîst a siyonîst li ser Lubnanê de di 24 saetên dawî de 33 kesên din jî şehîd bûn.

Ekleme: 29.09.2024 15:05:20 / Güncelleme: 29.09.2024 15:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên rejîma îşxalker a li ser Lubnanê de kuştî û birîndar zêde bûne.

Di encama êrîşên asîmanî yên rejîma îşxalker a li dijî herêmên cuda yên Lubnanê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 195 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 17ê Îlonê û vir ve 104 jê zarok 194 jê jin bi giştî hezar û 52 kes hatine qetilkirin.

Serokê Hizbullahê Hasan Nasrullah jî di êrîşa hewayî ya 27ê Îlonê ya li ser Beyrûtê de ji aliyê rejîma îşxalker ve şehîd bû.

Rejîma terorîst a îsraîl li Lubnanê komkujî û jenosîda ku li Xezzeyê kir didomîn e. (ÎLKHA)