Xamaneî, ji ber şehadeta Nasrallah li Îranê 5 rojan şîn îlan kir

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyîd Elî Xamineî ji ber şehadeta Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrullah peyameke sersaxiyê weşand û li welêt 5 roj şîn îlan kir.

Ekleme: 29.09.2024 10:30:22 / Güncelleme: 29.09.2024 10:30:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xamineî di peyama xwe ya ji bo şehadeta Nesrullah de wiha got: “Seyîd Hesen Nesrullah alimekî dînî û rêberê siyasî yê jîr ku pêşengiya berxwedana herêmê dikir, di bûyerên şeva borî yên Lubnanê de gihîşt asta şehadetê û gihaşt rehmeta Xweda."

Li gorî medyaya Îranê, Elî Xamineî di peyama xwe de wiha gotiye:

“Rêberê hêja yê berxwedanê di mucadeleya pîroz de xelata cîhad û zehmetiyên xwe yên di rêya Xweda de girt. Nasrullahê ku bi dehan salan ji bo parastina gelê mezlûm ê Filistînê, bajar û gundên dagir kirîbû, weran kirina xanîyan û şehîdan tedbîr û plan hazir dikir, dema ku plana parastina kesên li herêma Dahiye ya Beyrûtê, ji bo malên wêrankirî û hezkiriyên xwe amade dikir, şehîd bû. Piştî vê evqas mucadeleyan lutfa şehadetê heqê wî yê rast bû.

Alema Îslamê, kesayetek mezin; Cebheya berxwedanê rêvebireke girîng, Hizbullah jî rêbereke bêhempa wenda kir, lê bereketa cîhada wî ya bi dehan salan tu carî winda nabe.

Bingeha ku wî li Lubnanê damezrand û komên din ên berxwedanê li ser wî rêberî kir, bi windabûna wî re ji holê ranabe û berxwedan bi saya xwîna Nesrullah û şehîdên din ên vê bûyerê wê qewettir bibe.

Dorpêçên cebheya berxwedanê li laşê xitimî û gemarî yên rejîma siyonîst wê zêdetir bibe. Siruştiya xerab a siyonîst îsraîl di vê bûyerê de bi ser neket.

Seyyidê berxwedanê ne kesek tenê ye, rê û dibistanek e û wê ev rê berdewam bike. Xwîna Şehîd Seyîd Ebbas Mûsawî li erdê nema,  xwîna Şehîd Seyîd Hesen jî wê nemîne.”

Xamineî sersaxî ji malbata Nesrullah re xwest, Xamineî li welêt ji bo Nesrullah 5 rojan şîn îlan kir. (ÎLKHA)