Tûgayên Qessam li Xan Yûnisê li dijî îşxalkeran operasyonek li dar xist

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî ya Hîzbullahê, daxuyand ku ew li Xan Yûnisê tankekî îmhe kirine, îşxalkerên di nav tankê de mirin û birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2024 09:20:21 / Güncelleme: 28.09.2024 09:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên Qessam, li herêma Sûfaya rojhilata Xan Yûnisê, tankekî aîdê îşxalkeran a ji tîpa “Merkawa-4”ê bi fuzeyên “Yasîn-105”an îmhe kirin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku helîkopterekî aîdê îşxalkeran, ji bona ku leşkerên mirî û birîndaran tehlîye bikin hatin cîhê bûyerê. (ÎLKHA)